Li Yemenê hejmara mirovên bi kolera ketin gihîşt milyonek kesî

Hat ragihandin, hejmara mirovên li Yemenê bi nexweşiya kolera ketine gihîşt milyonek kesî.

Komîteya Xaça Sor a Navnetewî (ICRC) ragihand ku weqeyên nexweşiya qotikê (kolera) li Yemenê bi 1 milyon kesî re xuya kiriye.

Her çendî hijmara weqayên nû van 14 heftiyên dawî li pey hev kêm bûbe jî tê gotin ji Nîsana bihurî 2 hezar û 226 kez ji qotikê mirine.

ICRC’ê diyar kir ku hêla qotikê ‘êşên welatekî ku ketî ber şerekî giran de girantir dike’. 80 ji 100’î yê gelê Yemenê nikare xwe bigihîne têra xwe zad, av, xizmeta tenduristiyê.

Şerê navxweyî yê di navbeyna Serokkomar Hadî yê bi ser Siûdî ve û Hûsiyên bi ser Îranê ve ji Adara 2015’an ve didome û heta niha   8 hezar û 670 kes mirine.