Li Yemenê êrîşa hewayî, gelek kes hatin kuştin

Li Yemenê Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûdî li dijî Husiyan êrîşeke hewayî pêk anî. Hate gotin gelek Hûsîyên çekdar hatine kuştin.

Êrîş li dijî paytext Sanayê bû, ku Sana di kontrola Husiyan de ye. Qenala televizyonê ya bi sermiyana Siûdî El Arabiya got di êrîşê de 38 kes hatine kuştin. Li gorî heman qenelê balafirên şer li avahiya Wezareta Karê Navxwe xirtin.

Televizyona dewletê ya Sûriyê El Ehbariyê jî got di nav kuştiyan de bi kêmanî du fermandarên Husî hene. Hûsiyan piştrast kirin ku êrîşa hewayî bûye lê bi berfirehî agahî nedan.

19’ê Nîsanê jî Siûdî êrîşeke hewayî anîbû û di êrîşê de Alî El Sammad yê ku li bakurê Yemenê li ser rêveberiyê bû hate kuştin.