Li Yemenê di salvegera şer a sêyemîn de xwepêşandaneke mezin

Di salvegera sêyemîn a şerê li Yemenê de ya ku Koalîsyona Ereban bi pêşengiya Siûdî Erebistanê mudaxaleyî wê kiribû, bi deh hezaran alîgirên Husi li Sanayê daketin qadan.

Qada Sabyinê ya li Sanayê ji serê sibehê ve tijî bû. Li Qadê sloganên li dijî Amerika, Cihû û Xiristiyanan hate berz kirin. Beriya xwepêşandê şervanên Husi heft fuzeyên balîstîk avêtin Siûdî Erebistanê. Ev fuze ji aliye pergala hewayî ya Siûdî Erebistanê hate îmhakirin lê parçeyên wê li Riyadê ketin. Li vê derê kesek mir, du kes jî birîndar bûn.

Xwepêşandana li paytextê bi şîara ‘berxwedana li hemberî êrîşê’ hate organîzekirin. Serekê Husiyan Abdul Malik El Husi di axaftina xwe ya roja Yekşemê de li ser ‘berxwedan’ê sekinî û diyar kir ku gelê Yemenê amade ye ku berdêlên zêdetir bide.

Di 26’ê Adara 2015’an de Siûdî Erebistan, Emîriya Yekgirtî ya Ereban ji bo sazkirina desthilatdariya Abd Rabbu Mansur El Hadi mudaxeleyî milîsên Husi kir. Beriya mudaxeleyê bi mehekê Husiyan Sana xistibûn bin kontrola xwe. Bi mudaxeleyê re şer kûrtir bû.

Di nava sê salan de ji 10 hezaran zêdetir kes mirin û bi kêmanî 53 hezar kes birîndar bûn. Di vî şerî de krîzeke mirovî ya herî giran a cîhanê li Yemenê pêk hat. Gelek kes ji nexweşiyên wekî kolera, dîfterî mirin. Hemû hewldanên çareseriyê jî pêk nehatin.