Li Yemenê di 4 rojan de hezar û 700 kes bi kolerayê ketin

Li Yemenê di 5 mehan de ji ber kolerayê 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û hişyarî hat kirin ku wê hejmara nexweşên ku bi kolerayê ketine jî bibe 850 hezar.

Rêveberê Xaça Sor a Navneteweyî ya Rojhilata Navîn û Nêz Robert Mardînî diyar kir ku, li gorî texmînên wan wê di dawiya sala 2017’an de hejmara kesên bi kolerayê ketine bibe 850 hezar.

Li gorî Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) ji meha Nîsanê û vir ve 2 hezar û 65 kesan ji ber kolerayê jiyana xwe ji dest dane.

WHO’yê diyar kir ku ji ber hîjyen û xizmeta tendirustiyê ya kêm kolera zû belav dibe û tenê ji sedî 30’ê nexweşan dikarin dermanan bi dest bixin.