Li Yemenê 8 nuqteyên Hûsiyan hatin bombekirin

Hêzên DYE û Îngiliz êvara Duşemê ragihandin ku li Yemenê bombe li heyşt hedefên Hûsiyan barandine.

Di daxuyaniya hevpar de hate gotin, "Di êrîşên îro de bi taybetî qada depokirinê ya binê erdê ya Hûsiyan û çeperên çavdêriya hewayî û fuzeyan hatine bombekirin."

Ajanseke nûçeyan a ser bi Hûsiyan ve ragihandibû ku bombardûman hatiye kirin.

Li gel Washîngton û Londonê her wiha 'piştevanên' operasyonê Awûstralya, Bahreyn, Kanada û Hollandayê jî mohra xwe danîn binê daxuyaniya hevpar.

Li gorî daxuyaniyê, artêşên Emerîkî û Îngiliz ku ji destpêka meha Çileyê ve cara duyemîn operasyonên hevpar dikin, li Derya Sor û Kendava Adenê weke bersiva li êrîşên Hûsiyan ên li ser trafîka deryayî, 'salvoyeke nû ya êrîşên pêwîst û bi pîvan' hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Êrîş ji bo têkbirina cebilxaneya Hûsiyan hatiye kirin ku li dijî jiyana deryavanên bêguneh û li hemberî bazirganiya cîhanê têne bikaranîn."

Hûsiyên nêzî Îranê ku di şerê bi Îsraîlê de piştgiriyê didin Hamas ê Fîlîstînî, roja Duşemê li peravên Yemenê berpirsyariya êrîşa li ser keştiyeke leşkerî ya DYE'yê girtibûn ser xwe.

Hûsî îdîa dikin ku ew piştgiriyê didin Fîlîstîniyên li Şerîda Xezeyê û bi fuzeyan û balafirên bêmirov êrîşê dibin ser keştiyên pêwendiya xwe bi Îsraîlê re hene.