Li Yemenê 8 milyon kes dibe ku bê av bimînin

Saziya alîkariya însanî Oxfamê hişyarî da û got, li Yemenê dibe ku çar ji pênc kesan ji ava vexwarinê bêpar bimînin.

Saziya alîkariya însanî Oxfamê hişyarî da ku ji ber dorpêçiya li Yemenê dibe ku 8 milyon mirov di rojên pêş de ji ava vexwarinê bêpar bimînin û xwest, dorpêşiya li ser Yemenê bê rakirin.

Oxfamê ragihand, ji ber dorpêçiya alîkariyê ya ku Erebîstana Siûdî 3 hefte ne daniye ser Yemenê, sotemenî kêm maye biqede û ev yek jî di rojên pêş de dibe ku rê li ber pirsgirêkên peydakirina ava vexwarinê veke. Oxfamê destnîşan kir ku ji bo stasyonên pombeyên ava vexwarinê bixebitin, pêwîstî bi sotemeniyê heye.

Di rewşa heyî de 16 milyon kes li Yemenê nikarin xwe bigihînin ava şebekeyê. Bi qedandina sotemeniyê re wê 8 milyon mirovên din jî ji ava vexwarinê bêpar bimînin. Bi vî rengî wê çar ji pênc mirovên li Yemenê ji ava vexwarinê bêpar bimînin.

Tirs û fikar mezin e ku di rewşeke wiha de wê hejmara mirovên bi nexweşiya kolera ketine ku ji Nîsanê û vir ve 950 hezar e, zêde bibe. Li Yemenê di nava vê salê de 2 hezar 100 kes tenê ji ber kolerayê jiyana xwe ji dest dan.

Koalîsyona leşkerî ya bi pêşengiya Erebîstana Siûdî, piştî êrîşa bi fuze ya li dijî Riyadê hate kirin, hemû rêyên Yemenê girt.

Oxfamê ragihand ku stokên petrolê yên li bakurê Yemenê kêm maye biqede û sotemeniya heyî tenê ji bo 8 rojan e.

Rêxistina alîkariyê xwest ev rewş tavilê bê guhertin û derfet bên dayin ji bo mirov karibin ava paqij peyda bikin.

Li Yemenê, ji bilî kolerayê bi qasî 7 milyon di nava rîska birçîbûnê de ne. Neteweyên Yekbûyî jî hişyarî dabû ku eger dorpêçî neyê rakirin wê xelayeke mezin rû bide.