Li Xuzistanê nerazîbûna karkeran didome

Li bajarê Şûş ê Eyaleta Xuzîstanê ya Îranê, greva karkerên li kargeha Şekir dixebitin 15 roj in dewam dike. Polîsên Îranê êrîş kirin û 19 karker destgîrkirin. 

Li bajarê Şûş ê Eyaleta Xuzîstanê, 5 hezar karkerên li kargeha şekir dixebitin ev nêzî 4 meh in ji ber ku mehaneya xwe negirtine, beriya 15 rojan ketibûn grevê. Piştî ku malbatên wan jî piştgirî dan karkeran çalakî pekiya nava bajêr. Karkeran tevî malbatên xwe ev bû sê roj in li nava bajêr çalakiyan lidar dixin. Piştî ku çalakî berbelav bûn, polîsên Îranê destwerdana çalakvanan kir û kesên bi navê Îsmaîl Baxşî, Muslum Armend û rojnamevana bi navê Spida Xeryan hatin destgîrkirin. 

Destgîrkirina karker û çalakvanan bi şev jî dewam kir. Sendikaya bi navê Heftepe ya ku karker endamên wê ne, eşkere kir ku 19 karker hatine destgîrkirin. 

MALBATÊN KARKERAN BER BI QAYMEQAMTIYÊ VE MEŞIYAN

Karkerên ku ev 15 roj in çalakiyê dikin û malbatên wan ji bo destgîrkirinan protesto bikin danê sibê li hev civiyan û ber bi qaymeqamtiya Şûşê ve meşiyan. Karker û malbatan li ber qeymeqamtiyê xwepêşandan pêk anîn û di xwepêşandanê de dirûşmeyên, “Destê dirêjî kakeran dibe bila bişkên", "heta hûn hevalên me yên destgîrkirî bernedin em belav nabin", "Em ê bimirin lê serî natewînin” berz kirin.