Li Xezzayê roja herî bi xwîn a 4 salên dawî

Ji ber vekirina Sefaretxaneya Bilind a DYA ya li Qudsê ku di salvegera damezrandina Îsraîlê de hate kirin, bûyer derket û zêdeyî 50 kes mirin. Ji ber bûyeran alî hev du sûcdar dikin.

Li dijî biryara DYA ku Quds weke paytexta Îsraîlê qebûl kir û Sefaretxaneya xwe ya bilind bir wê derê, duh li Xezzayê bi hezaran kes daketin qadan û xwepêşandanên protestoyî kirin. Ji ber destwerdana tund a hêzên ewlekariyê yên Îsraîlê, li gorî rayedarên Fîlîstînê herî kêm 58 kes mirin. Herî kêm 2 hezar û 700 kes jî birîndar bûn.

Ji sala 2014'an û vir ve ku artêş Îsraîlê êrîşî Şerîda Xezzayê kir, herî zêde duh mirov li Xezzayê hatin kuştin.

Serokdewletê Fîlîstînê Mahmûd Abbas, rêveberiya Îsraîlê bi kuştina bi dehan kesî berpirsyar dibîne û bi komkujiyê sûcdar dike.

Abbas ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî got, êdî rola xwe ya navbeynkariya navbera Îsraîl û Fîlîstînê winda kiriye. Abbas Sefaretxaneya Bilind a nû ya DYA ya li Qudsê şiband wargehên Yahûdiyan ên der qanûnî.

Rêveberiay Îsraîlê jî ragihand ku herî kêm 40 hezar kesî li 13 herêman xwepêşandan kirin. Li gorî artêşa Îsraîlê, xwepêşandanan serî li 'şîdetê' dan.

Serokwezîr Bejamin Netanyahu îdîa kir ku Hamasê bi hezaran Fîlîstînî di ser dîwêr re şand ji bo Îsraîlê tine bike.

Rêveberiya DYA jî destek da Îsraîlê. Berdevkê Qesra Spî Raj Shah diyar kri ku rêxistina Hamasê ya Îslamî ji bûyerên qewimîne berpirsyar e. Shah got, "Hamas yekser ji mirina trajîk a van mirovan berpirsyar e."

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) jî li ser bûyeran daxuyanî da û destnîşan kir ku destwerdana Îsraîlê bi rengekî 'şermê' binpêkirina mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî ye.

Piştî Duşema bi xwîn, Qûweytê bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kir ku tavilê bicive.

Komîsera Yekîtiya Ewropayê ya ji Polîtîkaya Derve û Parastinê Berpirsyar Federica Mogherini jî bang li aliyan kir ku bi berpirsyarî tevbigerin.

Elmanya, Brîtanya û Fransayê jî bangek bi heman rengî kirin û 'fikarên xwe' yên li ser bûyeran anîn ziman.