Li Xezzayê şer dest pê kir

Di demeke wisa de ya ku dihat payîn DYA li Qûdusê balyozxanê veke, li ser sînorê Xezza û Îsraîlê pevçûnan dest pê kir.

Bi hezaran Filîstînî li deverên cuda yên sînor hatin ligel hev û komên biçûk xwestin nêzî bendên sînor bibin.

Li seranserî Şerîda Xezzayê di navbera Filîstînî û leşkerên Îsraîlê de pevçûnan rû da. Welatiyên Xezzayê bi keviran êrîş bir ser leşkeran, leşkeran jî bi çekan bersiv da. Li gorî rayedarên Xezzayê 12 kes birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê, li bendê ye ku li hemberî dorpêça li ser Xezzayê û vekirina balyozxaneya Amerîkayê ya li Qûdusê, bi hezaran Filîstînî dakevin qadan.

Balyozxaneya DYA’yê ya li Qûdusê wê piştî nîvro bê vekirin. Artêşa Îsraîlê roja yekşem û duşemê ji hewayê danezan li Xezzayiyan belav kirin û xwestin ku çalakiyan nekin. Artêşê da zanîn ku wê nehêlin tu kes nêzî bendên sînor bibin.