Li Xezzayê ji ber êrîşan 22 kes mirin

Îsraîlê roja Çarşemê li Xezzayê êrîşeke hewayî li dar xistibû. Di vê êrîşê de 22 kesên ji Filîstînê mirin.

Li gorî Wezareta Tendirustiyê ya Xeta Xezzayê di êrîşên roja Çarşemê de 4 kes mirin.

Ji roja Sêşemê û vir ve jî hejmara kesên mirine, bû 22.Wezaretê diyar kir ku 50 kes jî birîndar bûne.

Roja Sêşemê piştî ku fermandarekî girîng ê Îslamî Cîhad hate kuştin, 250 roket avêtin Îsraîlê û hate diyarkirin ku 90 ji sedê van roketan ji aliyê mertala parastina hewayî ya Îsraîlê hatiye astengkirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû bang li Îslamî Cîhad kir û got “Êrîşên xwe bidin sekinandin, yan na hûn ê derbên giran bixwin.”