Li Xezeyê şer ji nû ve destpê kir

Di xwepêşandana roja Înê ya li Şerîda Xezeyê de ku nêzî 20 hezar kes tevlîbûyî, leşkerên Îraşlê gul li gel reşandibû û 2 jê zarok 7 kes miribûn.

Li tevahî xeta sînro a Şerîda Xezeyê şer bûye jiyana rojan e. Roja Înê ji bo meşa heftane ya ‘Vegerê’ 20 hezar kes tevlî bibû. Li derdorî bendên sînor di navbera artêşa Îsraîl û Filistîniyan de şer derketibû.

Artêşa Îsraîlê bi kevir, madeyên teqemenî, bombeyên gazê û guleyên rastî êrîş kir. Bîlançoya herî giran a xwepêşandanên ji roja 14’ê Gulanê ve ku DYA’yê sefaretxaneya xwe veguhest Qudsê û heta niha roja Înê pêk hat. Di êrîşan de 2 jê zarok 7 Filistînî mirin. Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ji 210 kesên birîndar 90 birînên guleyan in.

Artêşa Îsraîlê li xwe mikur hat ku gule li nuqteyên li bendên sinor reşandîne, lê têkildarî kuştina Filistîniyan ti agahî parve nekirin.

Xeze ya di bin dorpêçê de ye di warê aborî de her diçe giran dibe. Agirbesta bi navbeynkariya Misirê ya di navbera Îsraîl û Hemasê de li ber şikandinê ye.