Li Xezeyê di 24 saetan de 59 kesan jiyana xwe ji dest da
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, di 24 saetên dawî de di êrîşên Îsraîlê de 59 kes hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, di 24 saetên dawî de di êrîşên Îsraîlê de 59 kes hatin kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xeta Xezeyê roja şemiyê daxuyanî da û diyar kir ku li herêma ku nêzî 15 mehan li bi Îsraîlê re şer lê didome, di 24 saetên dawî de herî kêm 59 kesan jiyana xwe ji dest da.
Ji destpêka şerî ango ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve hejmara miriyên li Xeta Xezeyê gihiştiye 45 hezar 717’an. Di heman demê de 108 hezar 856 kes jî birîndar bûne.