Li xeta hewayî ya Îngiliz grev: Sefer hemû betal bûn

Li şîrketa xeta hewayî ya Îngiliz British Airwaysê ji ber greva ku Duşemê dest pê kir, seferên balafiran hemû betal bûn.

Di daxuyaniya nivîskî ya şîrketê de hate gotin, "Ji bilî betalkirina tevahiya seferên xwe yên balafiran ti alternatîfa me nîne."

British Airways li Qraliyeta Yekbûyî rojane nêzî 850 seferan dike. Piraniya van balafiran jî ji balafirgehên Heathrow û Gatwick ên li Londonê radibin.

Ji ber greva sendîkaya pîlotan Balpa tê payin ku grev bandorê li deh hezaran rêwiyan bike. Grev wê roja Sêşemê jî bidome. Eger li hev neyê kirin wê çalakiya din di 27'ê Îlonê de pêk were.

Şîrketê ragihand ku ew amade ne bêyî pêşşertan bi sendîkaya Balpa re hevdîtinên çêker bikin.

Şîrketê diyar kir ku di ser sê salan re wan pêşniyar kirine 11, 5 ji sedî mûçeyan zêde bikin, ev yek pêşniyareke di cih de ye, lê belê sendîkayê red kiriye.

Sendîkaya Balpa ragihand, pîlotan salên dawî berdêl dane lewma divê hîn bêhtir ji qezenca şîrketê sûdê werbigirin.

Sendîkayên di ser Twitterê re daxuyaniyek weşand û ragihand, greva rojekê wê bi 40 milyon euroyî zerarê bide şîrketa British Airwaysê. Her wiha diyar kir ku ya rêveberiya şîrketê pêşniyar kiriye û ya pîlot dixwazin tenê bi 5 milyon sterlînî dûrî hev in. Balpayê diyar kir, ji bo dawî li vê yekê bê anîn çima bi me re hevkariyê nekin?