Li welatên Sahel felaketên lêhiyê: Nêzî 200 kes mirin

Ji ber barênên zêde yên ku di meha Tebaxê de li welatên sahelê nêzî 200 kesan jiyana xwe ji dest da.

Bilindbûna avê ya li Nîjeryayê bû sedema mirina 65 kesan û 300 hezar kes jî jê bandor bûne. Di felaketê de 34 hezar avahî xirab bûne.

Li herêma hilberîna garis a Nîjeryayê jî 450 hezar hektar zeviya birinc tune bû. Dihat hêvîkirin ku di nava salê de 8 milyon ton birinc bê bidestxistin. Felateka lêhiyê 2 ton jê birin.

Li welatê cîran Nîjer jî 5 hezar û 500 hektar zeviyên çandiniyê di nava avê de ma, bi deh hezaran ton birinc tune bû.

Li Sudanê jî ji ber felaketên lêhiyê nêzî 101 kesan jiyana xwe ji dest da. Li vî welatî rewşa awarte hate ragihandin. Wezîrê Karên Derve yê Sudanê ragihand ku nêzî 500 hezar kes ji lêhiyê bandor bûne.

Li Senegalê jî 6 kes bûn qurbanên baranên bi tund.

Li Burkîna Fasoyê jî ji ber felaketên lêhiyê yên di meha Tebaxê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dane û 19 kes birîndar bûne. Wezîrê Çandê ya Burkîna Fasoyê diyar kirin ku rewşa awarte îlan kirine.

Wezîrê ku ji televîzyona navnetewî re axivî, diyar kir ku gelek avahî xirab bûne. Ji sedan 40’ê Burkîna Fasoya ku şêniya wê 20 milyonî ji xwe hejariyê jiyan dikin. Baranan rewş hîn girantir kir.