Li welatên bi pêş dikevin li gel mezinbûnê pirsgirêk jî zêde dibin

Li welatên pêşketî û bi pêş dikevin, ku wê rêjeya mezinbûna aboriya cîhanê di sala 2020'î de kêm jî be hinekî zêde bikin, deynê zêde û kêmbûna razemeniyan pirsgirêka herî girîng e.

Li gorî pêşdîtinên Bankaya Cîhanê, mezinbûna aboriyê ya sala 2020'an li qada navneteweyî wê 2.5 ji sedî be. Ev yek tê wateya 0.1 pûan zêdebûna ji sal a2019'an. Ev mezinbûn bi zêdebûna rêjeya mezinbûnê ya welatên bi pêş dikevin ve girêdayî ye.

WELATÊN PÊŞKETÎ SEKINÎN, YÊN DIN BI PÊŞ DIKEVIN

Mezinbûna biçûk a ku di texmînên 2020'an de tê dîtin, tevî kêmbûna leza mezinbûnê ya  DYE, Japonya, Kanada, Awûstralya û welatên Yekîtiya Ewropayê wê pêk were.

Li gorî texmînên Bankaya Cîhanê zêdebûna hatineya milî wê li tevahiya welatên pêşketî bi 1.4 ji sedî be. Ev rêje li gorî Bankaya Cîhanê di sala 2019'an de 1.6 ji sedî bû.

Her wiha li Komara Gel a Çînê ku di nava kategoriya 'aboriyên bi pêş dikeve' de ye, wê leza mezinbûnê ya îsal li gorî salên dawî kêm bibe. Ev yek jî leza mezinbûna li tevahiya cîhanê lawaz dike. Li gorî daneyên Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) Çîn par bi rêjeya 61. ji sedî mezin bû, îsal wê 5.9 ji sedî mezin bibe.

Li gel kêmbûna pêşketinê ya welatên pêşketî, wê leza mezinbûna aboriyên bi pêş dikeve jî bi giştî zêde bibe. Li gorî Bankaya Cîhanê, li hemû welatên li derveyî welatên pêşketî rêjeya mezinbûnê wê îsal bigihêje heta 4.1 ji sedî. Di sala 2019'an de ev rêje 3.5 ji sedî bû.

Di nava vê kategoriya 'welatên bi pêş dikevin' de Hindistan, Brezîlya, Çîn, Rûsya, Efrîka Başûr, Misir, Tirkiye, Pakistan, Tayland, Vîetnam, Erebistana Siûdî û bi dehan welatên din hene.

KÊMBÛNA RAZEMENIYÊ Û ÎXRACATÊ WÊ BANDORÊ LI WELATÊN XIZAN BIKE

Li gel tengavbûna aboriya welatên pêşketî yên weke DYE yan jî welatên Ewropayê, her wiha mezinbûna aboriyên hin welatên bi pêş dikevin ku welatên xizan jî di nav de ne, wê kêm be. Li Efrîkayê ku 56 ji sedî yê bi sedan milyon xizanên cîhanê lê ne, tê texmînkirin ku mezinbûna îsal a aboriya herêmê wê kêm be. Her wiha ji ber ku li van welatan nifûs zêde dibe, tê texmînikrin ku têkoşîna li dijî xizaniyê wê bi têrkerî bi ser nekeve.

ASTA DEYN ZÊDE DIBE

Yek ji mijarên sereke ku aborîst bi giranî li ser disekinin, zêdebûna deynên li welatên bi pêş dikevin e.

Di sala 2018'an de li welatên bi pêş dikevin deynên li gorî hatineya milî gihîştibû 170 ji sedî. Di sala 2010'an de ev rêje 115 ji sedî bû. Di nava 8 salan de nîvî nîvî zê de bû ku ev yek bû sedema fikarên ji bo dem pêş. 

Dema ku krîzên di salên 1980 û 1990'î de ji ber deyn rû dan bê nirxandin, hingî wê welatên xizan li pêşberî şoqên derve gelekî hesas bin.