Li Washîngtonê hevdîtina Tîllerson-Lavrov
Wezîrê Karê Derve yê DYA Rex Tîllerson û yê Rûsyayê Sergey Lavroc li Washîgtonê hatin gel hev. Lavrov wê bi Serokê DYA Trûmp re jî hevdîtinekê bike.
Wezîrê Karê Derve yê DYA Rex Tîllerson û yê Rûsyayê Sergey Lavroc li Washîgtonê hatin gel hev. Lavrov wê bi Serokê DYA Trûmp re jî hevdîtinekê bike.
Wezîrê Karê Derve Tîllerson, kêfxweşiya xwe ya ji bo diyaloga krîza li Sûriye û Ûkraynayê a di navbera DYA û Rûsyayê de diyar kir.
Piştî ku Trûmp patronê FBI’yê James Comey ji peywirê girt, hevdîtin hate kirin. FBI li ser têkiliyên muxtemel ên piştî kampanyaya hilbijartina seroktiyê ya 2016’an ên di navbera derdora Trûmp û Rûsyayê disekinî.
Tê payîn ku hevdîtina di navbera Lavrov û Tîllerson ji bo hevdîtina Trûmp û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bibe bingehek.
Hefteya bihurî Rûsyayê ji bo krîza li Sûriyeyê pêşniyaza “qadên ku şer lê tune” kiribû. Ev proje di muzakereyên Astanayê navbera Moskova, Enqere û Tehranê de hatibû îmzekirin.
Serdana Lavrov rastî piştî erêkirina şandina çekên giran hat ên ku wê DYA ji Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê re bişîne.