Li Viyanayê heta 9’ê Cotmehê ew ê tecrîd were protestokirin
Li Viyanayê komplo û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê protestokirin.
Li Viyanayê komplo û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê protestokirin.
Li Viyanayê ya ku paytexta Avûstûryayê ye, Komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda li ser wî bi çalakiya kon tê protestokirin.
Çalakiya bi kon îro saet di 13.00’an de li Stephanplatzê hate destpêkirin û ew ê heta 9’ê Cotmehê bidome. Di çalakiyê de belavokên li ser tecrîda li ser Ocalan hate belavkirin û ew ê çalakî di 9’ê Cotmehê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê were bidawîkirin.