Li Virginiayê peykerê General Robert Lee hate rakirin
Li bajarê Richmond ê eyaleta Virgingia ya DYE'yê peykerê General Robert Lee hate rakirin.
Li bajarê Richmond ê eyaleta Virgingia ya DYE'yê peykerê General Robert Lee hate rakirin.
Li bajarê Richmond ê eyaleta Virginia ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), peykerê fermandarê berê yê Başûr General Lee hate rakirin, ku ev peykerê ku General Lee li ser hespê ye, weke sembola koletiyê tê dîtin. Peykerê bi bilindahiya 12 metreyî, 130 sal bû li wê derê bû.
Bi sedan kesî ji dûr ve li rakirina peyker temaşe kirin. Gelek mirovan jî kulma xwe hildan jorê.
Rêveberê artêşa konfedere, generalê ku li dijî Bakuriyan şer dikir General Robert Lee, peykerê wî ji aliyê hunermendê Fransî Antonin Mercie ve hatibû çêkirin.
Her wiha li Charlottesville ya eyaleta Virginiayê peykerekî din ê General Lee yê li ser hespê di havîna 2017'an de hatibû rakirin.