Li Vîetnamê Bahoza Yagî: 63 kes mirin, 40 kes jî wenda ne

Hikûmeta Vîetnamê ragihand ku bahozê Yagî ya li bakurê Vîetnamê rabû, bû sedema mirina 63 kesan û wendabûna 40 kesan.

Bahozê Yagî ku sibeha Şemiyê li derdorê Haîfongê gihîşt qada bejahî, ji aliyê meteorologan ve wek bahozê herî xurt a 30 salên dawî tê pênasekirin.

Bahozê gelek pir hilweşand, xisar li kargehan kir, banê xaniyan û gelek daran ji cihê wan derxist. Hêza bahozê saetê gihîşt 149 kîlometreyan.

Hikûmet diyar kir ku ji ber bahozê 63 kes jiyana xwe ji dest dane û 40 kes jî wenda bûne.

Li gorî raporeke rayedaran, bahoz her wiha bû sedema lehî û hezazê û ji ber van karesatan jî 752 kes birîndar bûn.

Li hin herêmên bajarên Yen Bai û Thai Nguyenê, sibeha Sêşemê av gelekî bilind bû ku gihîşt banê hin malên ji qatekî. Li paytexta Hanoiyê jî şêniyên herêmê ji ber lehiyê hatin veguhestin.