Li Venezûelayê mirina di dema protestoyan de zêde dibe

Li Venezûelayê, xwepêşandanên mûxalefeta rastgir ên li dijî Serokdewletê sosyalîst Nîcolas Madûro, ev 6 hefte ne dewam dikin. Hejmara mirovên di van çalakiyan de jiyana xwe ji dest dan bû 42 kes.

Di xwepêşandanên dijî Madûro de, gelek êrîş ji aliyê 'kesên nasname nediyar' ve hatin kirin.

Li gorî agahiyên ji aliyê çavkaniyên dozgeriyê ve hatine dayîn, duh li eyaleta Mîrandayê kesek bi çekê hate kuştin û bi vî rengî hejmara mirovên di nava 6 hefteyan de jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 42 kesî. Dozgeriyê ragihand, ku roja Duşemê jî li eyaleta Tachîrayê di çalakiyekê de xwepêşandêrek ji ber êrîşa çekdarî jiyana xwe ji dest daye û de barê cînayetê de polîsek hate girtin.

Piştî bûyerên sala 2014'an, ku 43 kesan jiyana xwe ji dest da bûn, li vî welatî xwepêşandanên herî bi xwîn rû didin. Balkêş e, xwepêşandêr bi giranî ji aliyê komên kincê sivîl lê ne tên qetilkirin. Mûxalefeta rastgir, komên alîgirê Madûro ji van êrîşan berpirsyar dibîne. Desthilatdariya sosyalîst jî îdîa dike, ku mûxalefeta 'dixwaze darbeyê bike', di bûyeran de provokasyonan dike.

Partiyên mûxalefeta rastgir, ku di bin navê Maseya Yekîtiya Demokratîk (MUD) de li hev civiyan e, îdîa dikin ku Venezûela ya ji ber kêmbûna buhayê petrolê krîza aboriyê lê der bûye, 'nema dikare bê birêvebirin'. Mûxalefet, ji vê yekê jî Serokdewlet Nîcolas Madûro berpirsyar dibîne.