Li Venezûelayê lîderê 'koma darbekar' hate kuştin

Hat ragihandin, li Venezûelayê di operasyona dijî 'koma darbekar' de lîderê komê Oscar Pêrez jî hatiye kuştin.

Polîs Oscar Pêrez, par êrîşî Dadgeha Bilind a Venezûelayê kiribû û bi vî rengî navê xwe dabû bihîstin. Roja Duşemê jî li dijî rêxistina bi serkêşiya Oscar Pêrez operasyonek hatibû kirin.

Wezîrê Karên Hundir ê Venezûelayê Nêstor Reverol ragihand ku operasyon ji aliyê bi sedan polîs û leşkeran ve hatiye kirin û di encamê de koma bi lîderiya Pêrez bê bandor bûye. Reverol diyar kir, Pêrez jî di navê de 7 endamên komê hatine kuştin û 6 jî teslîm bûne.

Hat ragihandin, di vê operasyonê de ku li nêzî paytext Caracasê hate kirin, herî kêm 2 polîsan jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn.

TÊ GOTIN KU HERÎ KÊM 2 CARAN HEWLA DARBEYÊ HATIYE DAYIN

Oscar Pêrez ê pêr hate kuştin, bi helîkoptereke ku ji polîsan revand, Hezîrana 2017'an êrîşî Dadgeha Bilind a Venezûelayê kiribû. Hatibû îdîakirin ku tevî Pêrez, 20 leşkeran Tebaxa 2017'an êrîşî baregeha leşkerî Paramacay a li bajarê Valencîayê kirine.

Serokdewlet Nîcolas Madûro dabû xuyakirin ku ev leşkerên ku weke 'leşkerên bi pereyan dixebitin' bi nav kir, li dijî wî xwestine darbeyê bikin. Her wiha hatibû ragihandin ku koma bi lîderiya Oscar Pêrez ji leşker, polîs û sivîlan pêk tê.

Ji bo îstifakirina Madûro ku 2013'an dest bi wezîfeyê kir, bi pêşengiya partiyên mûxalefeta rastgir Nîsana 2017'an xwepêşandanan dest pê kiribûn û nêzî 150 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.