Li Varşovayê bi hezaran polîs meşiyan
Li paytexta Polpnya Varşoyaê bi hezaran polîs, agirkûj, mûhafizên sînor, gardiyanên girtîgeh û gumrukê daketin kolanan û daxwaza teqawîta tam kirin.
Li paytexta Polpnya Varşoyaê bi hezaran polîs, agirkûj, mûhafizên sînor, gardiyanên girtîgeh û gumrukê daketin kolanan û daxwaza teqawîta tam kirin.
Rêveberê sendîkya polîsan a herêma Olsztyn NSZZ Slawomîr Konîûsyz ku eyk ji organîzatorên çalakiyê ye daxuyaniyek da rojnamegeran û daxwaza sererastkirina yasaya teqawîtê kirin.
Hate diyar kirin ku rewşa polîsan a ‘baş’ ya di dema komunîst de di salên dawî de xirab bûye. Bi taybet polîs nerazîbûn nîşanî yasaya teqawîtan a sala 2013’an dikin.
Bi vê yasayê re mafê karkirinê ya 25 salan û berî bibe 55 sal teqawîdbûyîn ji destê polîsan hate girtin. Polîsan diyar kirin ku mûçeyên wan kêm e û mehê tenê 600 Euro mûçe werdigrin.
Ev rewşa heyî jî ji bo girtina pîşeyê polîsan jî zoriyan derdixe. Slawomîr Konîûszy got di rewşa heyî de cihê 7 hezar yekîneyên kar vale ye û wiha got; “Tenê rêyek ya sererastkirinê heye û we jî zêdekirina mûçe ye.”