Li Tûnûsê di qezaya keştiyê de 43 kes winda bûn

Li nêzî Tûnûsê di qezaya keştiyê de herî kêm 43 kes winda bûn.

Li nêzî Tûnûsê keştiya ku 127 koçber tê de bûn qeza kir. Di qezayê de herî kêm 43 kes mirin. Heyva Sor a Misirê diyar kir ku 84 kes jî hatine rizgarkirin.

Tê diyarkirin ev qeza li nêzî bajarê Zarzîsê yê li başûrê rojhilatê Tûnûsê pêk hatiye.

Li gorî şahidan keştî ji Lîbyayê bi rê ketiye.

Wezareta Parastinê ya Tûnûsê diyar kir ku koçber ji Bangladeş, Sûdan, Erître, Misir û Çatê hatine. Li gorî şahidekî keştî ji perava Zûara ya li bakurê Lîbyayê bi rê ketiye û dixwest biçe Ewropayê.