Li Torontoyê Îba û Kurd li dijî komployê meşiyan

Li Torontoyê komploya 15 Sibatê hate şermezarkirin. Yusuf Îba yê di greva birçîbûnê de jî tevlî çalakiyê bû û got, “Bi vê komployê gotin qey wê Tevgera Azadiye û gelê Kurd bêdeng bin. Lê belê ev xeyala wan pûç derket.”

Li bajarê Toronto yê Kanadayê komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Yusuf Îba ku ev 37 roj in ji bo piştgiriya hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku bi armanca protestokirina tecrîdê ketibû grevê jî tevlî çalakiyê bû.

Îba ku ji Navenda Gel a Kurdên Torontoyê meşa yek kesî dayî destpêkirin, bi girseya li qada Yonge&bloorê kom bûyî re heta City Hallê meşiya.

Girseyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên li dijî komployê hatin hildan û ligel hewaya sar bi kîlometreyan meşiyan.

'EM XEMGÎN NÎN IN, BI HÊRS IN!'

Îba di çalakiyê de axivî û wiha got:

"Hesabên hêzên komploger ew bû digotin dema em birêz Ocalan bigirin, em ê Tevgera Azadiyê û gelê Kurd bêdeng bikin. Lê belê ne Tevgera Azadiyê, ne jî gelê Kurd bêdeng ma û îro li her çar aliyê cîhanê li ser piyan e. Ev jî raber dike ku planên komplogeran neçûne serî. Gelê Kurd ê ji bîrdoziya birêz Ocalan bawer kirî li her derê cîhanê li ber xwe dide û hûn li vir jî vê dibînin. Bi sedan însan bêyî ku hewaya sar xema wan be, ev qad dagirtine. Gelê Kurd bêyî ku komployê ji bîr bike, hêrsa li hemberî komployê veguherandiye çalakî û berxwedanê û îro li vê derê komployê şermezar dike. Yê ku dive xemgîn be ew in ku bi DAÎŞ’ê re mil bi mil bûyî bela serê cîhanê. Lewre îro, DAÎŞ qediya û ew bi vê xemgîniyê bêtir êrîşkar dibin. Em ê têk neçin; em ê hesabên komplo û komplogeran pûç bikin.”