Li Tikrîtê êrîşa bombeyî: Herî kêm 8 kes mirin
Îro li bajarê Tikrît ê Iraqê, di encama êrîşa wesayîta bombebarkirî de herî kêm 8 kes mirin, zêdetirî 50 kes birîndar bûn.
Îro li bajarê Tikrît ê Iraqê, di encama êrîşa wesayîta bombebarkirî de herî kêm 8 kes mirin, zêdetirî 50 kes birîndar bûn.
Li ser rêya Dixtoran a bajarê Tikrîtê ku cihekî qelebalix e, wesayîtekî bombebarkirî hatibû parkirin û di seatên nîvro te hate teqandin. Di encama teqandina wesayîta bombebarkirî de ,herî kêm 8 kes mirin, ji 50 kesan zêdetir jî birîndarbûn.
Berdevkê Çapemeniyê yê Waliyê Tikrîtê Cemal Akaab ku daxuyanî da, diyar kir ku ji birîndaran rewşa hinekan giran e. Akaab, destnîşan kir ku heta niha kes an jî ti hêzê ev êrîş li xwe ne girtiye.
Li Tikrîtê di 8'ê Adarê de jî dawetek ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibû hedef girtin û di êrîşê de zêdetirî 20 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.