Li tevahiya cîhanê 8 hezar 784 kes mirin

Hejmara mirovên ji ber şewba Covîd-19 li tevahiya cîhanê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 8 û 800 kesî.

Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) êvara Çarşemê li gorî çavkaniyên fermî ragihand ku herî kêm 8 hezar 784 kes ji ber vîrûsa koronayê mirine.

Şewba koronayê ku li Çînê dest pê kir, heta niha li 150 welat û herêman belav bûye. Li gorî daxuyaniyên fermî heta niha 209 hezar û 500 kes bi vîrûsê ketine. Lê belê ev bîlanço hejmara rastî nîne. Li gelek welatan tenê li ser nexweşên diçin nexweşxaneyê test tê kirin.

Ji Sêşemê dema hejmartina dawî û vir ve li tevahiya cîhanê 948 kesên din jiyana xwe ji dest dan û 18 hezar û 313 kes jî bi vîrûsê ketin.

Di nava 24 saetên dawî de li Îtalyayê 475 kes, li Îranê 147 kes, li Spanyayê jî 107 kes ji ber vîrûsê mirin.

REWŞA DAWÎ YA LI ÇÎNÊ

Li Çînê ku şewbê lê dest pê kir, hejmara giştî ya nexweşan 80 hezar û 894 kes in. Ji wan 3 hezar û 237 kesî jiyana xwe ji dest dan, 69 hezar û 601 kes jî rehet bûn. Di navbera rojên Sêşem û Çarşemê de tenê 13 nexweşên nû hatin tespîtkirin û 11 kesî jiyana xwe ji dest dan.

JI BILÎ ÇÎNÊ LI TEVAHIYA CÎHANÊ 5 HEZAR Û 547 KESÎ JIYANA XWE JI DEST DAN

Li derveyî Çînê li deverên din ên cîhanê 937 ji wan di nava 24 saetên dawî de bi giştî 5 hezar û 547 kesî jiyana xwe ji dest dan. Bi 18 hezar û 300 kesên din re vîrûs hate tespîtkirin û hejmara nexweşan gihîşt 128 hezar û 609 kesî.

WELATÊN KU PIŞTÎ ÇÎNÊ HERÎ ZÊDE KETIN BIN BANDORA VÎRÛSÊ

Vîrûsê piştî Çînê herî zêde bandor li Îtalyayê kir. Li Îtalyayê 35 hezar û 713 kes bi vîrûsê ketin û 2 hezar û 978 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li Îranê 17 hezar û 161 kes bi vîrûsê ketin û 1.135 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li Spanyayê 13 hezar û 716 kes bi vîrûsê ketin 598 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li Fransayê 9 hezar û 134 kes bi vîrûsê ketin û 264 kesî jiyana xwe ji dest dan.

BÎLANÇOYA LI GORÎ HERÊMAN

Heta saet 19:30 ê roja Çarşemê li Asyayê 93 hezar û 955 nexweş û 3 hezar û 384 qurbanî, li Ewropayê 86 hezar û 94 nexweş û 4 hezar û 112 qurbanî, li Rojhilata Navîn 19 hezar û 210 nexweş û 1.152 qurbanî, li DYE û Kanadayê 7 hezar û 748 nexweş û 104 qurbanî, li Latîn Amerîka û Karayîpê 1.324 nexweş û 10 qurbanî, li Efrîkayê 596 nexweş û 16 qurbanî, li Okyanûsan 576 nexweş û 6 qurbanî hatin tespîtkirin.