Li Tehranê hewaya lewitî: Ev 3 roj in dibistan girtî ne

Li paytexta Îranê Tehranê ji ber sedema ku hewa pir lewitî ye ev 3 roj in dibistan girtî ne.

Tevdîrên derbarê lewitîna hewayî hemû eyaleta Tehranê di nav xwe de vedihewîne. Lewitîna hewayê ya li paytextê roja Duşemê serê metrekûpê bû 149 mîgrogram.

Li hin taxan ev bû 179. Li gorî pêşniyarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê rêjeya lewitîna hewayê ya di nav 24 saetan de serê metrekûpê divê di bin 25 mîkrogramê de be.

Rayedaran sînordariyên li ser trafîkê dirêj kirin. Li Tehranê ku nifûsa wê 8.5 milyon e, roja Sêşemê, li gorî nimroyên plakayan trafîk hate sînordarkirin.

Kanên madenan û febrîkeyên çîmentoyan ji Duşemê ve girtî ne. Her wiha betalkirina hemû pêşbaziyên sportîf rojeke dî jî hate dirêjkirin.

Rayedaran diyar kirin ku divê zarok, jinên ducanî, yixtiyar û nexweşiya dil bi wan re heye divê dernekevin derve.

Li Tehranê her sal lewitîna hewayê tê asta herî zêde. Li gorî çapemeniya Îranê sedema wê 80 ji 100’î gaza ji egzozan e.