Li  Tehranê 8 kesên ‘bi DAÎŞ’êre têkildar’ hatin darvekirin

Li Îranê 8 kesên ku têkildarî êrîşa ser mozoleya Humeynî û parlamentoyê, ku 2017’an pêk hatibû, li Tehranê hatin darvekirin.

Li Îranê 8 kesên ku têkildarî êrîşa ser mozoleya Humeynî û parlamentoyê, ku 2017’an pêk hatibû, li Tehranê hatin darvekirin.

Ajansa Onlîne Mîzan a têkilî darazê ragihand 8 kesên têkilî DAÎŞ’ê hatine darvekirin. Mîzan Onlîne negot bê ka darvekirin kengî bûye, ajansa Tasnînê ku darvekirin vê Şemiyê pêk hatiye.

7’ê Hezîrana 2017’an êrîşek ser parlamentoyê û mozoleya  Humeynî pêk hatibû û 17 kes hatibûn kuştin. Di êrîşê de her wiha gelek kes hatibûn birîndarkirin, çeteyên DAÎŞ’ê êrîş anîbû sre xwe. Endamên çeteyan, 5’an jê bombeyên ser xwe teqandibûn û xwe kuştibûn.

Li gorî mîzan Onlîne her 8 kesên ku hatine darvekirin mêr in. Ev kes bi wê dihatin tawanbar kirin ku alîkarî dane DAÎŞ’iyên ku dema êrîşê hatibûn kuştin. Cezayê îdamê ya van 8 kesan Gulanê hatibû ragihandin. Mîzan Onlîne dema ku serê Nîsanê danişînê dest pê kir, ragihanidbû ku bi çarçoweya dosyayê 26 kes têne tawanbar kirin.