Li Taylandê keştî noqî avê bû, herî kêm 30 kes mirin

Li peravên girava Phûket a Taylandê keştiyek noqî avê bû û di encamê de herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî navenda alîkariya destpêkê ya herêma Phûketê heta niha cenazeyê 21 kesan ji nava avê hatine derxsitin. Kesên binavgerî ragihandin ku heta niha cenazeyê zêdetirî 10 kesan di nava keştiyê de dîtine.

Li hundirê keştiya bi navê Phoneîxê 105 kes hebûn ku piraniya wan tûrîstên ji Çînê bûn.

Şevê din di encama xebatên rizgarkirinê de 48 kes hatin rizgarkirin. 11 kes birîndar bûn ku rewşa 2 ji wan girane.

Kaptanê keştiyê ji qenaleke televîzyonê re axivî û diyar kir ku pêleke 5 metreyan bilind li gemiyê ketiye. Kaptan destnîşan kir ku keştî bi 40 metreyî noqî binê avê bûye.