Li Swêdê nerazîbûn nîşanî zextên li ser HDP’ê hate dayîn

Hikumeta Swêdê diyar kir nabe ku nûnerên gel ew hilbijartine ji aliyê desthilatdariya AKP û MHP’ê ji peywirê werin stendin.

Parlementera sosyalîst û serbixwe ya Swêdê Amîneh Kakabaveh ji ber şewba Covîd-19’ê derbarê rewşa girtiyên siyasî pirsnameyek da parlementoyê.

Kakabaveh rewşa parlementer û hevşaredarên hatine girtin ji Wezîrê Karê Derve yê Swêdê Ann Lîndeyê pirsî û diyar kir ku be ka wê Yekîtiya Ewropayê û Swêdê hewldaneke çawa bikin.

‘ÊRÎŞÊ DIBIN SER DEMOKRASÎ Û MAFÊN MIROVAN’

Lînde diyar kir ku li Tirkiyeyê êrîşên li ser demokrasî û regezên dewleta hiqûqê gelekî cîddî ye û got ku “Nayê qebûlkirin ku siyasetmedarên mûxalefetê bi sûcdariyên kêfî ji peywirê werin stendin û li şûna wan kesên din were wezîfedarkirin.”

Lînde diyar kir ku Wezareta Karê Derve rewşa parlementer û hevşaredarên peywira wan hatine desteserkirin, li Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Stockholmê jî nirxandine.

‘EM TÎNIN ROJEVA YEKÎTIYA EWROPAYÊ JÎ’

Lînde got ku “Swed di demên dawîn de desteserkirina peywira hevşaredarên HDP’ê di civînên Yekîtiya Ewropayê de jî aniye rojevê.”

Lînde çend roj berê li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî dabû û nerazîbûn nîşanî darbeya AKP û MHP’ê dabû.