Li Sûriyeyê qonaxeke nû: Gelo Sûriye bi awayekî fiêlî parçe bû?

Serokê HTŞ’ê Colanî yê ku piştî têkçûna Beşar Esad dest danî ser desthilatdariyê, ji 8’ê Kanûnê û vir ve welêt bi rêve dibe. Lê avaniya desthilatdariya nû, helwesta wê ya ji yekîtiya neteweyî dûr, ji bo hevsengiyên navneteweyî dibe sedema nîqaşên cuda.

Di 29’ê Çileyê de HTŞ’ê li Şamê konferansa "serketinê" lidarxist. Di vê konferansê de Colanî weke serokkomar hat hilbijartin û hêza tayînkirina konseya qanûndanînê ya demkî jê re hat dayîn. Pêkhateya konferansê ku ti jin tê de cih nagire û hema hema hemû çete ne, wê di desthilatdariya nû de jî roleke krîtîk bilîze. Bi gotineke din, Sûriyeya paşerojê wê ji aliyê van çeteyan ve were birêve birin.

Kombûna kesên ku desthilatî dane Colanî û di hikûmeta nû ya Sûriyeyê de cih digirin, rewşeke ecêb derxist holê. Ji bilî kombûna kesên di konferansê de ku desthilatî dane Colanî û Erebên Sûnî ti kes nîne. Kurd, Elewî û Durzî ne ji bo konferansê hatine vexwendin û ne jî di hikûmeta nû de behsa wan tê kirin. Bi vî rengî, ji destpêkê ve Colanî bi awayekî fiêlî Sûriyeyê kir sê çar parçe.

Mijareke din a ku balê dikêşe, navên kesên ku ji bo pozîsyonên krîtîk tên diyarkirin e. Piraniya kesên di kombûna ku Colanî wan vexwendibû konferansa serketinê de û xwe weke serokkomar lê îlan kir, kesên ku di nava komên cîhadîst de fermandarî kirine. Ya ji vê jî balkêştir ew e ku piraniya wan tevlî sûcên şer bûne û di lîsteya li wan tê gerîn de cih digirin.

Mînak Fehîm Îsa yek ji wan kesên ku soz dane ku di artêşa nû ya Sûriyeyê de bibe general. Ev kes weke serokê lîwaya Suleyman Şah tê naskirin û di lîsteya cezayê ya DYE’ê de ye. Çeteyên di bin fermandariya wî de tevdigerin, hê jî bi rengekî çalak tevlî êrîşên li ser Rojava dibin. Bi taybetî ji talan, revandin, êşkence û destdirêjiyê li Efrînê berpirsyar tê girtin.

Sûcdarekî din ê şer jî serkêşê koma Ahrar El Şarkiye Ebû Hatem Şakra ye. Navê Şakra yê rast Ehmed Îhsan Feyyad El-Hayes e, ev kes bi qetilkirina siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef bi awayekî hovane û bi qetilkirina gelek sivîlan tê sûcdarkirin. Şakra ji sala 2018’an û vir ve fermandariya girtîgeha Ahrar El Şarkiya ji bilî ya Helebê kir ku bi sedan girtî lê hatin înfazkirin. Her wiha girêdana wî bi revandina jin û zarokên Êzidî, her wiha bi fîdye û revandina sivîlan jî tê zanîn. Fermandarê Koma Mezin a Suleyman Şah Mûhammed Casim ku bi navê Ebû Amşa tê naskirin û Fermandarê Koma Mezin a Hamza Seyf Polat jî di nava kesayetên mijara nîqaşê ne.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûnên tund nîşanî konferansa ku Colanî tê de xwe wek serokkomar îlan kiribû, da. Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de konferans weke "dervî qanûnê" bi nav kir û diyar kir ku divê ev biryar tenê di civîna neteweyî de werin girtin. Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve alîgir e ku paşeroja Sûriyeyê bi mekanîzmaya biryardayînê ya hevbeş a hemû pêkhateyên etnîkî û olî, ne tenê komeke diyar ava bibe û ji bo vê yekê hewl dide. Ev daxuyanî nerazîbûnek li hemberî helwesta HTŞ'ê bû ku komên din ên li Sûriyeyê piştguh dike û sûcdarên şer li dora xwe dicivîne.

Mijareke din a balkêş jî ew bû ku Colanî li şûna Tirkiyeyê serdana xwe ya yekemîn a li derveyî welat li Erebîstana Siûdî kir. Ev serdan, ji bo hikûmeta nû ya demkî pêngaveke lêgerînê ya ji bo destek girtinê ji qada navneteweyî ye. Di vê çarçoveyê de Erebîstana Siûdî ji bo hikûmeta nû ya Sûriyeyê weke çavkaniyeke bingehîn a fînansê tê dîtin. Colanî ji bo ku îstîkrara aborî ya hikûmeta demkî pêk were û di qada navneteweyî de rewatiyek bi dest bixe, destek ji aktoren ku li herêmê çalak in dixwaze. 

Di vê qonaxa ku pêş ketiye de hikûmeta Şamê ya ji aliyê serokê HTŞ'ê Colanî ve hatiye avakirin, tê wateya bi awayekî fiêlî qebûlkirina Sûriyeyeke parçebûyî ye. Ev jî ji ber ku tenê hin komên cîhadîst û alîgirên wan di nav xwe de dihewîne. Dervehiştina Kurd, Elewî û komên din, paşeroja Sûriyeyê bêhtir tevlîhev kiriye.

Sûriyeya nû wê bikeve pêvajoyeke hevgirtinê yan wê hê bêhtir parçe bibe? Di rojên pêş de wê bersiva vê pirsê zelal bibe.