Li Sûriyeyê li milîsên alîgirên Îranê hate xistin: 5 kes mirin

Li rojhilatê Sûriyeyê li dijî milîsên alîgirên Îranê êrîşeke hewayî hate lidarxistin û hate diyarkirin ku herî kêm 5 milîs mirine.

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê êrîş roja Yekşemê pêk hat. Hate diyarkirin ku di vê êrîşê de 5 şervan mirine yên ku Îran alîkariyê didin wan.

Hate ragihandin li derdora bajarê Bûkemalê ya li ser sînorê Iraqê sê wesayîtên leşkerî yên milîsên paramîlîter ên alîgirên Îranê bûne hedef. Mala Çavdêriyê diyar kir dibe ku Îsraîlê ev êrîş kiribe.

Ji sala 2011’an dema ku li Sûriyeyê şerê navxweyî hatiye destpêkirin û heta niha Îsraîlê bi sedan êrîşên hewayî li dar xist. Di êrîşan de ji xeynî hêzên Şamê, hêzên alîgirên Îran, Lubnan û Hîzbûllahê jî bûn hedef.

Di 5’ê Gulanê de jî li bakurê rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke hewayî hatibû kirin, 14 şervanên Iraq û Îranê jî hatibûn kuştin. Mala Çavdêriyê diyar kiribû, dibe ku ev êrîş jî ji aliyê Îsraîlê hatiye kirin.