Li Sûriyê ligel agirbestê jî êrîş didomin

Li Sûriyeyê ligel biryara agirbestê ya Konseya Ewlehiyê ya NY’yê jî li Gûtaya Rojhilat û Efrînê êrîş didomin.

Berdevkê Bûroya Koordînasyonê ya Neteweyên Yekbûyî  Jens Laerka li  Cinêvê daxuyanî da û got, ‘’Vê gava ku daxuyanî tê dayin şer didome.’’Laerke got ev rewş alîkariya mirovî bê pêkan dike.


Êrîşên dewleta Tirk yên li ser Efrînê didome. Hikûmeta Tirk gotibû agirbest wan têkildar nake. Ji ber sedema êrîşên dagirker gelek nûçeyên şer ên ji herêma Efrînê tên. Serokkomarê Fransayê Emnanûel Macron û rayedarên NY’yê gotin biryara agirbestê Efrînê jî di nav xwe de vedihewîne. Heta niha ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê 200 sivîl hatine kuştin. Di nav van de 28 zarok jî hene.


Hate gotin li Gûtaya Rojhilat jî, ligel agirbesta ku Moskowê ragihandiye jî hê jî komên çekdar rokêtan davêtin. Li gorî saziya Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyeyê ji saet 09.00’an ve êrîşên obûs, du bombeyên warîlê û êrîşeke hewayî pêk hatiye. Ji dema ku agirbest bûyî ve hate gotin li Gûtayê sivîlek hate kuştin. Li gorî ajansa nûçeyan a Sanayê komên çekdar ji kampa El Rafiyê rokêt avêtin bi ser korîdora mirovî de.


Li gorî daxuyaniya Moskowê divê her roj di navbera saet 09.00-14.00’an de li Gûtaya Rojhilat agirbest hebe. Hêzên rejîmê yên bi desteka Rûsyayê 18’ê Sibatê bi ser Gûtaya Rojhilata de operasyon dabûne destpêkirin. Tê gotin heta niha 140 zarok 560 sivîl hatine kuştin.


Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji Şemiyê ve bi yekdengî agirbesta 30 rojî ragihandibûn.