Li Sûdanê hewldana darbeyê

Hate ragihandin, li Sûdanê piştî ku tevgera gel û Konseya Leşkerî di mijara pêvajoya derbasbûnê de li hev kirin, hewl hate dayin ku darbe bê kirin.

General Cemal Omer Pêncşemê di weşana zindî ya qenala neteweyî de got, "Hin efser, leşker û teqawîtbûyî tevî endamên îstîxbarata neteweyî xwestin darbeyekê bikin."

General Omer diyar kir, artêşê darbe têk biriye û di encamê de 12 efser tevî 4 leşkeran hatine destgîrkirin. Der barê dema hewldana darbeyê de general agahî neda.

Rayedarê leşkerî diyar kir ku ji bo eşkere bikin kî li pişt hewldana darbeyê heye lêpirsîn tê meşandin.

Ev daxuyanî di demeke wiha de hate kirin ku nûnerên tevgera gel û Konseya Leşkerî ya rêveberî desteser kiriye di mijara rêveberiya pêvajoya derbasbûnê de li hev kirin.

General Omer diyar kir, hewldana darbeyê ji bo têkbirina peymana navbera Konseya Derbasbûnê ya Leşkerî û Tifaqa Guherîn û Azadiyê ye.