Li Sûdanê hêrs mezin dibe: Rojnameger jî ketin grevê

Li Sûdanê rojnamegerên ku azadiya îfadekirinê diparêzin, ji bo protestokirina êrîşên hikumetê yên li dijî xwepêşanderên ku bihabûna nan protesto dikirin, dest bi grevê kirin.

Li Sûdanê ji 19’ê Kanûnê û vir de paytext Hartûm jî tê de li 10 bajaran ji ber bihabûna nan çalakiyên protestoyê tên lidarxistin.

BI DEHAN KES MIRIN

Çalakger dixwazin rejîma Omer El Beşîr were hilweşandin ê ku ji sala 1989’an û vir ve li ser desthilatdariyê ye.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî 37 çalakger ji aliyê hêzên ewlekariyê yên hikumetê hatine kuştin. Li gorî partiyeke mûxalefetê jî 22 xwepêşander hatine kuştin.

 Tora Rojnamegerên Sûdanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku piştî 27’ê Kanûnê ew ê dest bi greva 3 rojan bikin. Rojnameger diyar dikin ku her dem rayedar zextan li wan dikin.

Li Sûdanê komên mûxalif banga daketina kolanan dike. Partiya Komunîst daxuyanî da û got ku, “Heta ku rejîm were hilweşandin em bang li gelên Sûdanê dikin ku bila dakevin kolanan.”

KRÎZA EKONOMÎK KÛRTIR DIBE

Piştî ku di sala 2011’an de Sûdana Başûr xweseriya xwe îlan kir, Sûdanê gelek rezervên xwe yên petrolê ji destê wê derketin û enflasyon bûye 70 ji sedî.

Omer El Beşîr ê ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dostê wî ye, ji sala 2010’an û vir ve ji aliyê Dadgeha Cezayan a Navneteweyî ve bi sûcên li dijî mirovayetiyê tê sûcdarkirin. Beşîr du caran bû desthilatdar. Niha jî ji bo ku cara sisêyan were hilbijartin, hewl dide di destûra bingehîn de guherînê pêk bîne. Beşîr ji ber ku ji fonên welat 9 milyar dolar diziye, tê sûcdarkirin.