Li Sûdanê di felaketên lêhiyê de 72 kes mirin

Li Sûdanê ji ber barana bi tund ya di meha dawî de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn gehişte 72 kesan.

Li gorî bîlançoya nû ya roja Înê ji aliyê Parastina Sivîlan ve hatî diyarkirin, di nava meha dawî de ji ber felaketên lêhiyê yên derketîn, li welat hêjmara miriyan gehişte 72 kesan.

Heman demê di daxuyaniyê de diyar kirin ku 17 hezar û 63 avahî û 129 avahiyên mezin bi giştî xira bûne, 25 hezar û 556 avahiyan jî ziyanên mezin dîtine.

Li Sûdanê baranên tund piranî di nava meha Hezîran û Cotmehê de dibarin. Ev welat her sal bi felaketên mezin ên lêhiyê re rû bi rû dimîne.

Li gorî Kordinasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ê, di sala 2019’an tevahiya werzê barênên bi tund bandor li 400 hezar kesan kir.

Di rapora dîroka derbasbûyî ya 19’ê Tebaxê ya OCHA’yê de, îsal 263 hezar û 645 ji felaketên lêhiyê bandor bûne, herêmên herî jê bandor bûyîn Kordofana Rojava ya li Rojhilatê welat û eyaletên Kasala ne.