Li Sûdanê bîlançoya xwepêşandanan giran dibe

Li Sûdanê, ji 19'ê Kanûnê û vir ve li 10 bajaran ku paytext Hartûm jî di nav de ye, li dijî zêdebûna buhayê nan xwepêşandan tên lidarxistin. Tê gotin, bîlançoya van xwepêşandanan giran dibe.

Ji ber ku buhayê nan bi sê qatî zêde bû, gel daket qadan û dest bi xwepêşandanên protestoyî kir. Çalakî veguherîn têkoşîna ji bo têkbirina rejîma dîktator Omer El Beşîr ku ji sala 1989'an û vir ve li ser desthilatdariyê ye.

Hikumeta Sûdanê îdîa dike ku di bûyeran de heta niha 19 kes mirine. Lê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî beriya 3 rojan ragihand ku 37 kes mirine. Li gorî daneyên fermî, di bûyeran de zêdeyî 200 kes birîndar bûne.

Tevna Rojnamevaniyê ya Sûdanê ji bo greva sê rojan bang kir. Herî dawî Partiya Komunîst ji bo hilweşandina rejîma Omer El Beşîr bang kiribû.

Hate ragihandin, çalakiyên protestoyî wê îro jî bidomin, fikar hene ku hejmara kesên ji aliyê polîsan ve tên kuştin, zêde bibe.

Dîktator Omer El Beşîr, sala 1989'an bi darbeyê bû desthilatdar û dest ji desthilatdariyê bernade. Ji sala 2010'an û vir ve ji aliyê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ve bi kirina sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirinê tê sûcdarkirin. Beşîr tevî vê yekê du caran hate hilbijartin. Herî dawî di hilbijartina 2015'an de bi rêjeya 94,5 ji sedî hate hilbijartin. El Beşîr amadekariyan dike ku destûra bingehîn biguherîne û cara sêyemîn bibe namzet.