Li Sûdan a Başûr hikumet hate eşkerekirin
Li Sûdan a Başûr ku sûcên gelekî giran lê hatin kirin, bi hêviya ku dawî li şerê navxweyî bîne hikumeteke nû hate ragihandin.
Li Sûdan a Başûr ku sûcên gelekî giran lê hatin kirin, bi hêviya ku dawî li şerê navxweyî bîne hikumeteke nû hate ragihandin.
Serokkomarê Sûdan a Başûr Salva Kîîr bi Alîkarê Serokkomar Rîek Machar re hikumeta yekîtiya neteweyî ava kirin.
Hikumeta yekîtiya neteweyî di 22'ê Sibatê de li paytext Cûbayê hatibû ragihandin. Piştî danûstandinên ku bi hefteyan dewam kirin, desteya wezîran a hikumetê hate ragihandin. Hevsera Rîek Machar Angelîna Tenny bû Wezîra Parastinê. Tenny di heman demê de bû yekem jin ku bi vê wezîfeyê hate erkdarkirin. Tê payin ku desteya wezîran di dema bê de merasîma sondxwarinê bike.
Kîîr û Machar ji sala 2011'an dema ragihandina serxwebûna welêt û vir ve cara sêyemîn e ku welêt bi hev re bi rê ve dibin. Avabûna hikumeta yekîtiya neteweyî asta diyarker a peymana aştiyê ya 2018'an bû.
Piştî lihevkirinê şer kêm bû û pêşketin ber bi çareseriyeke siyasî ve çêbû.
Sûdan a Başûr ku di encama zexta DYE'yê de serxwebûna xwe ragihand, demeke kurt piştî vê ragihandinê di Kanûna 2013'an de kete nava şerê navxweyî. Piştî ku Kîîr ê ji etnîka Dînka, alîkarê xwe Machar ê ji etnîka Nûer bi darbeyê sûcdar kir, şer dest pê kir.
Di vî şerî de sûcên giran hatin kirin. Destavêtin weke amûreke şer hate bikaranîn. Di nava şeş salan de 380 hezar kes hatin kuştin. Şer bû sedema felaketeke însanî.