Li Spanyayê li dijî DAÎŞ’ê operasyona li ser 17 girtîgehan

Li Spanyayê li 17 girtîgehan li djî tora çeteyên DAÎŞ’ê operasyon hate kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karê Navxwe, Parastina Sivîl, komeke nêzî çeteyên DAÎŞ’ê tespît kir ku li girtîgehên cuda hewl didin rêxistiniya girtiyan bikin. Hate gotin li 17 girtîgehan 25 girtî hatine diyarkirin û lêpirsîna wan tê kirin.

Hate gotin koma navborî ji girtiyên têkilî DAÎŞ’ê û li girtîgehan radîkal bûne, pêk tê. Hate diyarkirin tora çeteyan a navborî hewl didin ku girtiyên din ên ku ji ber sûcên ‘terorîzm’ê li girtîgehan in  bînin cem hev û rêxistiniya wan bikin.

Wezaretê derbarê koma navborî ti agahiyên berfireh neda. Wezaretê her wiha diyar nekir bê ka ev kom girêdana xwe bi DAÎŞ’ê re heye yan na û plana êrîşê kiriye yan na. Tê payin ku hin kesên ji komê di nêz de werin berdan.

Wezaretê diyar kir ku lêpirsîn li ser kesekî dest pê kiriye lê xebatên derqanûnî yên komê li 17 girtîgehan belav bûye. Girtîgehên navborî 55 ji 100’î yên wan girtiyan di nav xwe de dihewîne ku bi sûcên ‘terorîzma cîhadîst’ hatine girtin.