Li Spanyayê ji ber vîrûsa Korona Rewşa Awarte hate ragihandin

Li Spanyayê, ji ber şewba vîrûsa Korona ji bo 15 rojan Rewşa Awarte hate ragihandin.

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez ji ber şewba vîrûsa Korona (Covîd-19) Rewşa Awarte ragihand. Sanchez diyar kir, ji ber asta krîzê ew neçar mane ku tevdîrên awarte werbigirin û diyar kir, ji şeva Şemiyê û pê ve ji bo 2 hefteyan wê tevahiya welêt bixin karantînayê.

Sanchez got, tenê ji bo çûyîna kar, kirîna xwarinê, derman û nexweşxaneyê wê destûrê bidin welatiyan ku ji malê derkevin.

Li gorî nûçeya Reutersê, Wezareta Karên Hundir a Spanyayê biryar da ku hêzên polîsan hemûyan kontrol bike.

Li Spanyayê heta niha 5 hezar û 232 nexweşên bi vîrûsa Korona hatine tespîtkirin. Li gorî hejmarên heta niha hatine eşkerekirin, li Spanyayê 133 kesî ji ber vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest dan.