Li Spanyayê bi deh hezaran kes li dijî destavêtinê daketin qadan

Bi deh hezaran kes li Spanyayê daketin qadan û biryara dadgeriya Spanyayê ku destavêtina li jinekê ji nedîtî ve hate, şermezar kirin.

Bi deh hezaran kes li bajarê Pampelune yê li bakurê welêt li hev civiyan û biryara dadgeriyê ya ku destavêtin ji nedîtî ve hate protesto kirin.

Bûyera destavêtina komî sala 2016'an qewimî bû û tenê 9 meh cezayê girtîgehê li kiryaran hatibû birîn. Girseya gel ev biryar şermezar kirin û dirûşma "Ne îstîsmara zayendî ye, ya hatiye kirin destavêtin e" qîriya.

Li gorî agahiyên ji aliyê tevgera femînîst a Pampelune da, nêzî 35 hezar kes tevlî xwepêşandana protestoyî bûn. Hate ragihandin ku wê çalakiyên xwe yên tund ên li dijî biryara dadgeriyê ku destavêtinê nabîne, bidomînin.

Tê gotin ku doza li ser destavêtinê dibe ku ji nû ve pêk were.