Li Spanyayê 3 hezar kes bi vîrûsê ketin
Spanya piştî Îtalyayê welatê duyemîn ê Ewropayê ku herî zêde ji vîrûsa koronayê bandor bûye, nêzî 3 hezar kes li vî welatî bi vîrûsê ketine. Di nav kesên bi vîrûsê ketine de jî wezîrek heye.
Spanya piştî Îtalyayê welatê duyemîn ê Ewropayê ku herî zêde ji vîrûsa koronayê bandor bûye, nêzî 3 hezar kes li vî welatî bi vîrûsê ketine. Di nav kesên bi vîrûsê ketine de jî wezîrek heye.
Li Spanyayê hejmara kesên bi vîrûsa Covîd-19 ketin bilez zêde bû. Li gorî daneyên fermî li welat hejmara kesên bi vîrûsê ketine gihişte 2 hezar û 968’an. Hejmara kesên mirine jî gihişte 84’an.
Herî zêde herêma Madrîd a Spanyayê ji vîrûsê bandor bû. Ji roja Çarşemê û vir ve hemû dibistan hatin girtin. Li herêma Madrîdê hate teşxîskirin ku 1388 kes bi vîrûsê ketine.
Ji partiya çep a redîkal ji Pedemosê Wezîra Wekheviyê Îrene Montero jî encama testa wê pozîtîf derket. Li ser vê yekê hemû nedamên hikûmetê di testê re hatin derbaskirin. Hê encam nehatine eşkerekirin.
Testa Qiral û Qralîçe jî hate kirin. Berî vê bi çend rojan Wezîra Wekheviyê tevlî çalakiyekê bûbû.