Li Somaliyê ji ber êrîşeke bombeyî 18 kes mirin

Li paytexta Somalî Mogadîşûyê, ji ber êrîşeke bombeyî ya li otela Naso Nablod a li taxa Hamrûveyniyê 18 kesî jiyana xwe ji dest dan, 30 kes jî birîndar bûn.

Polîsên Somalî ragihandin, ku di navbera êrîşkaran û wezîfedarên ewlekariyê yên otelê de şerê çekdarî rû daye. Hat gotin, li otela navborî gelek heyet hebûn, ku ji bo hevdîtina bi Serokkomarê somalî Mûhammed Abdullah Fermacû re hatibûn Mogadîşûyê.

Wekî din, piştî teqîna destpêkê, li parka nêzî avahiya berê ya parlamentê wesayiteke bombebarkirî teqiya.

Eş Şebabê êrîşa destpêkê li xwe girt, lê berpirsyariya êrîşa duyemîn kesî li xwe negirt.

Li Mogadîşûyê, roja 15'ê Cotmehê di êrîşa wesayita bombebarkirî de zêdeyî 350 kesî jiyana xwe ji dest dabûn û li welêt 3 rojan şîn hatibû ragihandin.