Li Somalî di êrişa bombeyî de 13 kes mirin, 20 kes birîndar bûn

Li navenda Somalî bi wesayiteke bombebakirî êriş li ser nuqteyeke kontrolê ya li bajarokekî hate kirin. Di encamê de herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.

Rayedarên xwecihî diyar kirin ku li nuqteya kontrolê ya bajarokê Beledweyneyê bi qemyoneke bombebarkirî êriş hate kirin û di encamê de piraniya wan sivîl 13 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku di êrişê de 20 kes jî birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyên cuda. Tê gotin, dibe ku bîlanço girantir bibe.

Ji ber êrişê xisar li avahiyên derdorê bû û hîn jî gelek kes di binê xirbeyan de ne.

Heta niha kesî berpirsyariya êrişê li xwe negirtine. Êriş di demeke welê de hate kirin ku hikumet mikur hatibû ku di operasyona li dijî Şebab a olperest a radîkal de ku ser bi El Qaîdeyê ye 'gelek kuştî' dane.

Yekîtiya Efrîkayê ragihand ku wê yekîneyên xwe dawiya meha Îlonê ji vî welatî vekişîne. Hikumeta Somalî jî ji Yekîtiya Efrîkayê xwest ku vê biryara xwe ji bo sê mehan taloq bike.

Li Somalî zêdeyî 15 sal in li hemberî Şebab têkoşîn tê kirin. Serokê Somalî Hasan Şêx Mahmûd ku Gulana 2022'an hate hilbijartin, soz da ku wê li dijî Şebab 'şerekî topyekûn' bike. Yekîtiya Efrîka û DYE piştgiriya hewayî didin hikumetê.