Li Sîngapûrê 20 hezar karkerên koçber xistin karantînayê

Rayedarên Sîngapûrê diyar kirin ku wan 20 hezar karkerên koçber xistine karantînayê.

Li Sîngapûrê heta niha 1309 kes ji ber koronavîrusê nexweş ketine û 6 kes jî mirine.

Roja Duşemê jî di nava 24 saetan de 120 nexweş hatin tespîtkirin. Hate diyarkirin ku di nav karkerên koçber de nexweşiya koronavîrusê zêdetir bûye.

Rayedaran diyar kirin ku wan 19.800 karkerên koçber xistine karantînayê û wê karker li cihê xwe werin tedawîkirin, pêdiviyên wan werin bicihanîn.

Li Sîngaporê di sektora avahiyan de 280 hezar karkerên biyan dixebitin û gelek kesên ji Bangladeş û Çînê jî hene.