Li çemê Bangladeşê keştiyek noqî avê bû

Li çemek ê li Bakurê Bangladeşê keştiyek a heciyên Hindû noqî avê bû, di encamê de 23 kesan jiyana xwe ji dest da û nêzê 25 kes jî winda bûn.

Li gorî daxuyaniya polîsên Bangladeşê, li ser Karatoa ya li nêzî bajarê Bodayê keştiyek a heciyên Hindû ku ber bi perestgehekê ve çûye noqî avê bûye.

Polîsan da zanîn 23 cenaze ji keştiyê derxistine û tîmên noqkar ên xilaskirinê li lêgerîna kesên winda dewam dikin.

Rayedarên herêmê diyar kirin ku nêzê 258 kes winda ne. Hate diyarkirin ku nêzê 50 kes di keştiyê de bûne.

Li Bangladeşê ku welatekê xizan e keştiyên ku zêde kes tê de, gelek caran noqav dibin.