Li Salvador û Gûatemalayê 14 kes ji ber bahozê mirin

Li Okyanûsa Pasîfîk, bahoza destpêkê ya tropîkal a vê demsalê Amanda, li Gûatemala û Salvadorê rabû. Li Gûatemalayê herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Bahoza Amanda ku ji roja Şemiyê ve bandorê li peravên Gûatemalayê dike bandoreke giran li du welatên Emerîka navîn kir. Ji ber bahozê ava çeman bilind bûn û elektrîk qut bûn.

Serokkomarê Salvadorê Nayîb Bûkele bal kişand ser rîska şemitîna xakê ya ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê û ji bo 15 rojan rewşa lezgîn ragihand.

Wezîrê Karên Hundir ê Salvadorê Marîo Dûran jî diyar kir ku ew di rewşeke zehmet de ne û heta niha 14 kesan jiyana xwe ji dest dane, lê belê ev hejmar dibe ku zêde bibe.

Hate ragihandin ku 10 ji qurbaniyan li paytext San Salvador û sê kesên ji heman malbatê jî li bajarê La Lîbertadê jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî kesê 14'emîn agahî nehatin parvekirin.