Li Rûsyayê ji ber şewatê bi dehan kes mirin

Li bajarê Kemerova yê Rûsyayê ku yek ji bajarên pîşesaziyê ye, li sûka sergirtî şewat derket. Herî kêm 37 kes mirin.

Li bajarê Kemerova yê li rojavayê Sibiryayê ye, li sûka sergirtî di nava rojê de şewat derket. Destpêkê hatibû ragihandin ku 69 winda ne.

Lê piştî çend saetan hate ragihandin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 35 e.

Hate ragihandin, şewat li saloneke sînemayê ya li sûka sergirtî derketiye û li qadeke ji hezar metreçargoşeyî belav bûye.

Nayê zanîn ku beriya şewatê çend kes li sûkê hebûn. Lewma tê texmînkirin ku hejmara mirî û birîndaran zêdetir be.