Li Romayê bi hezaran kes ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û berxwedêrên din ên greva birçîbûnê, li Romayê bi hezaran kes daketin qadan.

Çalakî bi banga Buroya Enfromasyonê ya Kurdistanê, Rate Kurdistan (Tevna dostaniyê ya Îtalya-Kurdistan) û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û gelek partiyên siyasî, sendîka, şaredarî bi giştî nêzî 15 saziyan destek dan. Çalakî danê nîvro li meydana dell'Esqulino dest pê kir.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Em tecrîdê rakin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin", posterên Ocalan, alên KCK û PKK'ê hatin hildan. Girgseya gel heta Pîazza Venezîa ya li navenda Romayê meşiya.

KCK: CÎHANEKE DIN PÊKAN E

KCK'ê peyameke nivîsî ji çalakiya li Romayê re şand û diyar kir, tevî şoreşgerên li dijî faşîzmê li ber xwe didin, bi hêza ji Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê werdigirin, wê nîşan bidin ku 'Cîhaneke din pêkan e'.

Di peyama KCK'ê de hate gotin, "Mîna her sal hûn îsal ji bo azadiya Serok Apo diqîrin. Biryardariya we zelal e, helwesta we vekirî ye, sekna we watedar e."

Di peyamê de hate ragihandin, serketin wê ya sosyalîzmê, ya konfederalîzma demokratîk, şoreşgerên li dijî faşîzmê bi xurtî li ber xwe didin, ya Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê ye.

Di peyam KCK'ê de hat gotin, "Li ser vê bingehê em meşa we, biryardarî û dilsoziya we ya bi şoreşê, demokrasiyê û azadiyê silav dikin ku bi şiyara 'Cîhaneke tin pêkan e' tevdigerin."

'OCALAN MANDELAYÊ KURDAN E'

Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle li mîtîngê axivî û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku pê re gelê Kurd jî hatiye tecrîdkirin, şermezar kir. Dîcle bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku destketiyên gelan ên li Rojhilata Navîn afirandiye û mîmarê şoreşa Rojava ye, di heman demê de Mandela yê gelê Kurd e.

Dîcle got, "Dem hatiye ku sosyalîst û demokratên li Ewropayê hemû bi hêzên demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn re ku Kurd pêşengiyê ji wan re dike, hevkariyê bike. Em vê vexwendiyê li dewlet û dostên xwe yên Ewropî hemûyan dikin."

Mîtîng bi qîrîna dirûşman danê êvarê qediya.