Li Romanyayê wê têkoşîna li dijî nelirêtiyê pêşkêşî referandûmê bê kirin

Li Romanyayê, ku ev du hefte ne xwepêşandanên li dijî nelirêtiyê tên lidarxistin, Parlamentê biryar dar li ser têkoşîna li dijî nelirêtiyê referandûm were lidarxistin.

Li dijî biryarnameya hikûmeta sosyal demokrat, ku cezayên li kesên erka xwe ji bo nebaşiyê bi kar tînin û karên ne li rê dikin sivik dike, çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin, ku mezintirîn çalakiyên 28 salên dawî ne.

Serokkomar Klaûs Lohannîs, ku li cem xwepêşandêran disekine, pêşniyara referandûmê kiribû.

Li Parlamaneta Romanyayê li ser mijarê dengdan hat kirin û temamiya 310 parlamenteran ev pêşniyara Lohannîs a ji bo referandûma li ser têkoşîna dijî bê kirin, qebûl kirin.

Li Romanyayê, ku di sala 2007'an de bû endamê tam ê Yekîtiya Ewropayê, karên ne li rê pirsgirêke cidî ye.